Li Lyonê êrîşa nijadperestê ya li dijî hilbijêrên Partiya Çepên Kesk: 4 birîndar

Li bajarê Lyon ê Fransayê, komên nijadperest ên AKP-MHP'î êrîş birin ser hilbijêrên Partiya Çepên Kesk. Di encamê de 4 Kurd birîndar bûn. Tirkek jî hate destgîrkirin.

Partiya Çepên Kesk ragihand ku beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê gelek gef li muşahîtên partiyê û nûnerên wan hatin xwarin û diyar kir ku bi taybetî 'lastîkên wesayitan bi rêk û pêk hatin teqandin."

Roja Sêşemê komek ji nijadperestan êrîş birin ser çar hilbijêrên Kurd ku ji buroya hilbijartinê derdiketin û birîndar bûn.

SINDOQÊN DENGDANÊ LI DÎTÎB'Ê DANÎN KU SER BI AKP'Ê VE YE

Rejîma AKP-MHP'ê sindoqên hilbijartinê li navendên DÎTÎB'ê danî ku pê ve girêdayî ye û bi vî rengî guman afirand.

Her çar Kurdên birîndar bûn rakirin servîsa lezgîn û gilî kirin. Midûriyeta Bajêr a Ewlekariya Cemaweriyê jî ji ber tundiya li ser cemaweriyê prosedur da destpêkirin. Hate ragihandin ku kesek jî ji ber teqandina lastîkên wesayitan hatiye destgîrkirin.

3'ê Nîsana 2021'ê komeke bi maske êrîş biribû ser komeleyeke Kurdan.

Partiya Çepên Kesk "Ev êrîşa li dijî demokrasiyê şermezar kir."

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyek weşand û bang li rayedarên Fransayê kir, ku komeleyên Kurdan û endamên wan ên li Fransayê biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eger rejîma Erdogan di vê hilbijartinê de têk biçe wê nijadperest karibin êrîşî komeleyên wan bikin.